Futbolîstê navdar yê Barcelona Neymar diçe tîma PSGê

Futbolîstê navdar yê Barcelona Neymar diçe tîma PSGê

12:54:38

 

Rojava News: Hat îdiakirin ku futbolîstê Barcelonayê yê bi eslê xwe Brezîli Neymar da Silva Santos Junior dixwaze li tîma Paris Saint Germainê bilîze.

Li gorî radyoya ya Katalon RAC1ê, Neymar îro beşdarî antremana Barcelonayê bu ye û ji hevalên xwe yê tîmê re gotiye ku diçe tîma Paris Saint Germain (PSG) ya fransî.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku stêrkê Brezîlî piştî çend deqîqeyan antremanê terikandiye.