Li Hewlêrê keçên Rojavayê  Kurdistanê yên li Kampa Qoştepe beşdarî xuleyeke topa firok (volîbolê) bȗn  
Li Hewlêrê keçên Rojavayê  Kurdistanê yên li Kampa Qoştepe beşdarî xuleyeke topa firok (volîbolê) bȗn   

Li Hewlêrê keçên Rojavayê  Kurdistanê yên li Kampa Qoştepe beşdarî xuleyeke topa firok (volîbolê) bȗn  

2:32:37 AM

RojavaNews: Roja Şemiyê, 16ê Berçileya 2017an, tîma Keçên Rojavayê Kurdistanê ya Topa Firok (volîbolê) yên li Kampa Qoştepe niştecî ne, li lîstikgeha Eyn Kawa ya Hewlêrê ,beşdarî xuleyeke VolîBolê bȗn.

Ev xul bi birêvebiriya Navenda Lawan ya Hewlêrê ȗ bi alîkariya Yȗnîsêfê (UNICEF) birêve çȗ.

Birêveberê  Navenda Lawan ya Hewlêrê Rizgar Cebar li ser Armanca vê xulê ji RojavaNews re got:”Mebesta me ew e ku xort ȗ keçên Kurdistanê ȗ di nav wan de penaber nêzîkî hev bibin,ȗ pêkvejiyanek çêbibe .”

Di xulê de 8 tîm beşdar bȗn, ȗ ji Şemiyê ta Yekşemê  xulê berdewam kir ,ȗ tîma Qoştepe piştî 2 serkeftinan ȗ qehremaniyekê di lîstika xwe de ,gihişte hevdîtina xwe ya dawî  ,ȗ ev beşdarî bi serkeftin bidawî anî,tevî ku di dawîtirîn hevdîtin de , li beramberî tîma Eyn Kawa ,biser neket,lê di encamê de pileya 3yem bidest anî.

lîstikvaneke tîma Qoştepe ku temenê wê 15 salî ye  ji RojavaNews re got:” Hêviya wê di vê xulê de ew bȗ ku navê keçên Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sȗriyê) biser bixin .”

Rahênera tîma keçên Kampa Qoştepe Leyla Yȗsif , hêviyên xwe bi tîma xwe pir bi hêz didît  ȗ bi beşdariya van keçan kêfxweş bû ȗ hêvî dike ku piştevaniya van keçan bibe, da karibin xewn ȗ hêviyên xwe di vê werzişê de berdewam bikin.

Berpirsê Navenda Lawan ya Qoştepe got ku :”Tîma Kampa Qoştepe  ,tîmeke serkeftî ye,lewra navendê ew ji bo vê xula ku bi nave (xort pêşengên guhertin ȗ hevgirtina civakê ne ) hilbijartin, ȗ di heman demê de , xulwek çalakiyeke hevnaskirinê hatiye çêkirin.”

Werzişa volîbolê li kampa Qoştepe ji berî 2 saln ve bipêşve diçe,bi xort ȗ keçên kurd ku êdî serkeftinan bidest dixin,tîma xortan jî roja Îna bihȗrî li Kampa Dare Şekranê pileya yekem biest xist,ȗ hêviya tevan ew e ku piştevaniya wan bibe da encamên baş di paşerojê de bidest bixin.

R.Elî Umer


Media