Turnuvaya Voleybolê ya 8ê Adarê li dijî tundûtujiyê

Turnuvaya Voleybolê ya 8ê Adarê li dijî tundûtujiyê

Rojava News: Li Amedê bernamaya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê destpêkir. Her wiha Turnuvaya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya Voleybolê ku 22 tîm 264 werzîşkarên ji saziyên civaka sîvîl, sendîka, xwendekarên lîseyê û xwendekarên zanîngehê pêk tê hate li darxistin.

 

Di hêwanê de pankartên “Em Şîdet û Kuştina Jinan Rawestînin”, “Bi Sporê Em Jiyana Azad Ava Dikin” hatin daleqandin, gelek sporhez hatin pêş turnuvayê.

 

Turnuva dê bi awayê du grûbî bê lidarxistin, her tîm dê sê caran derfeta leyîstinê bi dest bixe. Di encama pêşbirkan de herdu tîmên dikevin rêza serî dê di fînalê de bêne beramberî hev. Ev turnuva dê 6 rojan bidome û maç dê li Tesîsên Amedsporê yên li Peyasê û Hêwana Sporê ya Girtî ya Şaredariya Rezanê pêk werin. 7ê adarê bi maça fînalê turnuva bi dawî dibe.