RojavaNews :Karbidestên Swîsrî dibêjin, wan yek ji heft rêvebirên Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) ku jiber tawanên bertîl girtî ne, radestî Amerîka kir.
Karbidestên Swîsrî ew agahî roja Pêncşemê borî bi bîragiştî parve kir, lê eşkere nekir ku navê wî rêvebirî çi ye.
Rêvebirê FIFA ku berê qebul nedikir Swîsre wî bişîne Amerîka, Pêncşema borî razî bibû ku karbidestên Swîsrî wî bidin Amerîka.
