Bercelona bû şampiyon

Bercelona bû şampiyon

Rojava News: Tîma Barcelona ya spanî di lîstika dawî ya UEFA Super de bû şampiyon.

 

Şevê din li welatê Gurcistan, Tîma Barcelona li dijî tîma Sevîlla ya spanî serkeftin bi dest anî û bû şampiyon.

 

Barcelona bi encama 5 – 4 golan serkeftin bi dest anî.

 

Bi vê yekê îsal Barcelona heta niha 4 caran bûye şampiyon li Spaniya û Ewropayê, herwiha ev cara 5emîn e ku Barcelona dibe şampiyonê UEFA Super.

 

Hejmarek zêde ji kurdan jî çûn wî welatî da ku Mêssî li wir bibînin.