Li Amûdê goga torê tê lîstin

Li Amûdê goga torê tê lîstin

Rojava News: Werziş li bajarê Amûdê pêş ve diçe, û di dema niha de gelek tîm hatine avakirin, xelkê Amûdê berê xwe didin werzişeke nû, ew jî goga torê ye, ku bi(volleyball) tê naskirin. Tîma Can Ciwan tîmeke navdar e li bajarê Amûdê, di vê hevpeyvîna ligel berpirsê tîmê  Xelîl Çamo her tiştekî li ser nas bikin.                           

Di kîjan salê de tîma we hatiya avakirin? Tîma Can Ciwan di sala 2001ê de hatiye avakirin li ser destên grûpek ji ciwanên bajarê Amûdê yên ku di lîstika goga torê de serkeftîne û di sala 2013an tîma Can Ciwan ya keçikan hat damezrandin.                                   

Armanca we ji avakirina vê tîmê çi ye? Em dixwazin werziş bi giştî li Rojavayê Kurdistanê pêş ve biçe û bi taybetî goga torê (volleyball), û em hewldanê dikin ku em nifşek nû ava bikin ji keç û xortên me ku ji werzişa goga torê hez bikin û vê lîstikê li pêş bixînin û em hêvî dikin ku keçên me karibin bi rola xwe rabin,da ku ji adatên civakê xelas bibin.

Tîma we beşdarî lehengiyên werzişî kiriye? Tîma me beşdarî gelek lehengiyan kiriye û bi serketiye jî, beşdarî lehengiya bi navê Newroz kiriye û tê de pileya yekemîn bidestxist, beşdarî di lehengiya li ser asta Rojavayê Kurdistanê û beşdarbûna tîma me ya keçikan di lehengiya li ser asta Sûrî li Şamê li Dêr Etiye.                            

Hejmara lîstikvanên tîma we çendin? Hejmara lîstikvanên tîma me ya xortan gihiştiye 30 lîstikvanî, û hejmara lîstikvanên tîma keçikan 70ê lîstikvan in, ji hemû temenan hene, û di heman demê de diyardeya koçberiyê bandora wê li ser lîstikvanên me gelekî hebû, lewra hejmara wan kêm bû.                                                                                                                         

Ti alîkarî bi tîma we re hatiye kirin? Tu alîkarî bi me re nebûye ji aliyê dezgehên werzişî ve li Rojavayê Kurdistan, lê me ji xwe re komîtek darayî çêkir û her meh lîstkvanên me alîkaryê didin, û em spasiya hemû endamên tîma Can Ciwan dikin yên ku li dewletên Kendavê û Tirkiyê dijîn li ser alîkariya wan bi me re, û em spasiya lîstikvanê navdar Kawa Selah dikin û di heman demê de spasiyek ji bo berpirsê yaneya ciwanên Amûdê Kawa Sedûn û berpirsê yaneya Amûdê Ibrahîm Selvîç.

Kurdistan-Can Amûdê