Qehramaniya Boksingê li bajarê Hesekê hate sazkirin

Qehramaniya Boksingê li bajarê Hesekê hate sazkirin

Rojava News: Bi beşderiya tîmên boksîngê, Qehramaniya Boksingê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Hevgirtina Werzişvanên Kurd ve hat sazkirin.

Derbarê vê mijarê de mamosteyê boksîngê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Îmad Hecî Ibrahîm ji K24ê re got: "Gaveke baş e, werzişvan ji vê pêşerojê dê gelekî sûdê werbigrin, bi giştî qehramaniyeke baş e."

Gelek lîstikvanên navdar, berî niha li ser asteke xwecihî û Erebî serkeftinên girîng tomarkiribûn beşdarî vê qahremaniyê bûn.

Ji aliyeke din ve yek ji lîstikvanên wê qahremaniyê bi navê Mihmed Salih,  ji K24ê re wiha axifî: "Ji mêj de dilîzim, ji deh salan berê ve dilîzim lê ji ber rewşa xirab a navçeyê, du sal bûn, min lîstik hêlabû, min beşdarî di gelek qehremaniyên li Şamê, Himis û Hemeyê de kiribû."

Li gor Hevgirtina Werzişvanên Kurd li Hesekê,  ji ber xirabiya rewşa aborî û ewlehiyê ku niha bajarê tê de derbas dibe, gelek astengî ji aliyê rêxistinî û sazkirina qahremaniyên ve çêkiriye.

Berpirsê Hevgirtina Werzişvanan jî wiha axifî: "Kêmasiyên me gelek in, alîkarî nîne. Waneyên me kêm in, rewşa bajêr ya xirab gelekî bandorê li pêşketina karê me dike."

Ev yekemîn car e çalakiyeke bi vê rengî, li bajarê Hesekê bi rêve diçe, li gor hevgiritinê ew dê li ser karê xwe berdewam bin,  daku werzişvan koçber nebin û pêşeroja xwe ya werzişvanî li welatê xwe bidomînin.

12:36:52