Barcelona 4 gol avêtin û bû tîma sereke di lîga de

Barcelona 4 gol avêtin û bû tîma sereke di lîga de

Rojava News: Tîma Barcelonayê li stada Nou Campê pêşwaziya tîma Grandayê kir û bi skora 4-0 ew têkbir.

Lîstikavanê Barcelonayê yê navdar Lionel Messi di xuleka 8emîn de deriya golan vekir. Lîstikvanê arjantinî piştre gola xwe ya duyem jî avêt beşa lîstikê ya yekem bi wê skorê bidawî hat.

Di beşa duyem a lîstikê de jî tîma Barcelonayê bi ser tîma hevrîka xwe Grandayê de çû û her dîsa Messi di xuleka 58emîn de gola xwe ya seyemîn jî avêt.

Piştre lîstikvanê Barcelonayê yê bi navê Neymar jî di xulaka 83yemîn de goleke avêt û lîstik bi skora 4-0 bidawî hat.

Bi vê encamê puanên Barcelonayê di lîga Îspanyayê de gihîştin 42 û bû tîma sereke.

09:41:54