Barcelona bû tîma sereke di lîga Îspanyayê de

Barcelona bû tîma sereke di lîga Îspanyayê de

Rojava News: Tîma katalonî Barcelona piştî ku tîma Malaga bi skora 2-1 têkbir di lîga Îspanyayê de bû tîma sereke.

Tîma Barcelona bû mevanê tîam Malagayê.

Di xulaka duyem de Barceola gola xwe ya yekemîn avêt. Piştre Malagayê jî di xulaka 32yemîn de golek avêt Barcelonayê û skor dîsa bû wek hev.

Di beşa duyem a lîstikê de Barcelona bi awayekê bihêz dest bi lîstikê kir û lîstikvanê wê yê navdar Lionel Messi di xulaka 51emîn de gola Barcelona ya duyem avêt.

Piştî gola Messi di lîstikê de ti gol din çênebû û lîstik bi encama 2-1 bidawî hat.

Piştî vê lîstikê puanên Barcelonayê bû 48 û bi vê yekê jî di La Lîgayê de bû tîma sereke.

13:10:50