Rojava News: Li Bakurê Kurdistan tevî hemû şer û qedexeya derketina derva ya li ser Sûrê, doh li Amedê tîma Tirkiyê Fenerbahçe û ya Bakurê Kurdistanê Amedspor maça Lig a bilind kirin maç Amedspor : 3 Fenerbahçe :3 bi encam bû.
Amedspor ji berkû berî niha di maça din de gotibû ”Bila şer raweste û zarok nemirin” federasyona futbolê lîstikvanê bi nave Denîz Nakî yê Tima Amedê ceza kir û ji 12 listikê futbolê dûrxist, li gel wê jî dîsa bi sedemê cezakirina federsyonê, maça dohî bê temaşevanê layengirê Amedê hat lidarxistin. Herweha dohî jî Tîma Amedspor bi penkarta “Bila zarok Nemirin werin temaşeyê maça bikin” bilindkirin, tê payinkirin ku carekedin ceza bi ser wê time de bibarin.
Lê maç di şert û mercên zehmetde bê temaşevanê Amedsporê hate lidarxistin.
Di deqeya 10emîn de lîstikvanê Amedsporê Şeyhmus Ozer golek avête tora qeleya Fenerbahçesporê û bi gola deqeya 14emîn ya Ramazan ê Fenerbahçeyê gihîştin Amedsporê.
Herweha di deqeya 44emîn de Fernandao yê Fenerbahçe golekê dî avête tora Amemedsporê û ketin pêş.
Amedsporê di deqeya 68emîn de bi gola Yusuf beramberî bi dest xist. Di deqeya 70yemîn de dîsa bi gola Yusuf Amedspor pêş ket. Di deqeya 75emîn de bi gola Volkan, Fenerbahçeyê beramberî 3ê bi 3ê bi dest xistin.
Maç 3ê bi 3ê giha dawî.
12:25:18
Şanaz Emin
