Tim a bê dewlet: Kurdistan!

Tim a bê dewlet: Kurdistan!

13:14:41

 

Rojava News:Tîma Neteweyî ya Kurdistanê bo beşdarî pêşbaziya “Kûpaya Cîhanî ya Gelên Bêdewlet” a ji aliyê Konfederasyona Rêxistina Fûtbolê ya Serbixwe (ConIFA) tê lidarxistin, kadroya xwe diyar kir.

Rahênerê Tîma Kurdistanê Hasrev Gerûnî îro di civîna çapemeniyê de kadroya ji 28 lîstikvanan pêk tê, eşkere kir.

Piştî heyama kampê, hejmara lîstikvanan ên ku dike beşdarî Kûpaya Cîhanî ya Gelên Bêdewlet bibin, dê dakeve 23 kesan.

Xalid Mûsa, Derevan Qadir û Fehîm Elî (rehênerê kalevan) alîkarên rahêner in.

 

Grûpên tîman yên dikin beşdarî Kûpaya Cîhanî ya bi navê CONIFA bibin di meha Nîsanê de hatibû ragihandin. Lîstika yekê di 28ê Gulana 2016an li bajarê Sukhumê yê ser bi Ahbazya dest pê bike.

 

12 tîmên beşdarî pêşbaziyê bibin ku 4 grûp hene û Tîma Kurdistanê jî di Grûpa Cê de ye.

 

 

 

Grûpên 2016an a Kûpaya Cîhanî ya CONIFA wisa ye:

 

GRUPA A

ABKHAZIA

CHAGOS ISLAND

WESTERN ARMENIA

 

GRUPA B

KURDISTAN

SZEKELY LAND

UNITED KOREAS

 

 

 

GRUPA C

NORTHERN CYPRUS

ROMANIA PEOPLE

RAETIA

 

GRUPA D

PANJAB

FA SAPMI

SOMALILAND

 

Lîstika dawîn dê di 5ê Hezîrana 2016an de were lîstin. Hashtaga Kûpaya Cîhanî ya CONIFA wekî #Abkhazia2016 hat diyarkirin.