Tîma Kurdistanê di pêşbirka ewil de dijberê xwe bi 3 - 0 têk bir

Tîma Kurdistanê di pêşbirka ewil de dijberê xwe bi 3 - 0 têk bir

08:48:12

 

Rojava News: Tîma fotbolê ya Kurdistanê di yekem pêşbirga xwe ya li Kûpaya KONÎFAyê de dijberê xwe bi skora 3 - 0 têk bir û 3 pûan qazanç kir.

Doh di çarçoveya Kûpaya Cîhanî ya Herêman, KONÎFA (CONIFA) de, tîma fotbolê ya Kurdistanê di yekem pêşbirka xwe de li qada Dînamo ya li bajarê Suxum a paytexta herêma Abxaziya bi tîma Szekely Landê re hat hemberî hev.

Tîma Kurdistanê pişbirkê bi encama 3-0 qazanc kir û bû xwediyê 3 pûanên giring.

Her ji destpêka lîstikê, tîma Kurdistanê bi êrişkirinê dest bi lîstikê kir û kontrola lîstikê girte destê xwe. Di deqîqeya 35an de, tîma Kurdistanê bi pasa Beyar Ebûbekir û bi gola Ferheng Wurya 1 û 0 ket berî.

Di nîva duyem a lîstikê de jî tîma Kurdistanê bi êrişên xwe tîma dijberê xwe fetisand û di deqîqeya 55an bi gola Ferhan Şukur 2 û 0 ket berî.

Di berdewamiya lîstikê de, deqîqeya 73an de jî Huner Ehmed gola sêyem ji Kurdistanê re avêt û lîstik bi encama 3-0 bi serketina tîma Kurdastanê bidawî bû.

Bi vî awayî tîma Kurdistanê di yekemîn lîstika xwe 3 pûan bidestxist.