UEFA hişyariya dîskalîfiye yê da Rûsya û Brîtanya yê!

UEFA hişyariya dîskalîfiye yê da Rûsya û Brîtanya yê!

11:05:49

 

Rojava News: Di Şampîyoneya Futbolê ya 2016an de ku li Fransayê tê lidarxistin, di navberê alîgirên tîma Rûsya û Brîtanyayê de bûyer derketibû. Li servê yekê UEFAê hişyarî dîskalîfiye yê da Federasyona Futbolê ya Rûsyayê (RFS) û Federasyona Futbolê ya Brîtanyayê (FA).

UEFA bi daxuyaniyek nivîskî ‘Lijneya Îcrayê ya UEFAyê' federasyona her du welatan hişyar dike û di dubarebûna heman bûyerê de tîmên RFS û FA ji EURO 2016an dê diîkalîfiye bibin.

Herwiha daxuyaniyê de hişyarî dan her du alîgirên tîmên Rûsya û Brîtanyayê da ku li gorî rê û rêbazan tevbigerin.

UEFA, di çerçoveya EURO 2016an de pêşbirka di navbera Rûsya û Brîtanyayê de li stadyuma Veledrome ya Marsîlyayê hate lîstîn alîgirên Rûsyayê bûyer derxistibûn, derbarê RFSê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Bûyerê ku di navbera alîgirên her du tîman de derketibû de 2 ji wan giran 6 kes birîndar bibûn.