Îslandayê bi 2-1 ji Brîtanyayê bir!

Îslandayê bi 2-1 ji Brîtanyayê bir!

12:19:36

 

Rojava News: Di bedewamiya Kûpaya Euro 2016 de îşev tîma Îslandayê bi encama 2-1 serkevtin bi dest xist û encamek balkêş di yariyên Euro 2016 de tomar kir.

Îşev saet 22:00an di çarçoveya Kûpaya Netewên Ewropayê, Euro 2016 de, her du tîmên Brîtanya û Îslanda hatin bermaberî hev.

Di nîveya yekem de tîma Brîtanyayê  bi gola xûleka 4 a yarîzan Rooney pêş ket.

Lê belê keyfxweşiya tîma Brîtanya zêde berdewam nebû û 2 xûlek paştir tîma Îslandayê gola xwe ya yekem tomar kir.

Di xûleka 6an de yarîzan Sigurdsson karî golê ji tîma Îslandayê re tomar bike û encam bû 1-1.

Piştre her di nîveya yekê a lîstikê de tîma Îslandayê golek din jî tomar kir. Yarîzan Sigurdsson gola duyem a xwe di vê yariyê de û herwiha gola duyem a tîma xwe li hember Brîtanya  di xûleka 19an de tomar kir.

Nîveya yekem  a lîstikê bi encama 2-1 bi dawî hat.

Nîveya duyem a lîstikê jî bi hewldanên her du tîman germûgurtir bû. Tîma  Brîtanyayê hewl da, bi kêmanî encama lîstikê yeksan bike û li bember wê jî Îslandayê bo lêdana gola duyem hewlê xwe zêde kirin.

Zêdebarî hewldanên her du tîman, lê belê lîstik di dawiya 90 xûlekan de bi encama 2-1 bi qazanca tîma Îslandayê bi dawî bû.