Fransa 5 bi 2 ji Îslanda bir!

Fransa 5 bi 2 ji Îslanda bir!

12:39:08

 

Rojava News: Di yek çarema fînala Kûpaya Euro 2016an de tîma Fransa bi encama 5-2 tîma Îslandayê şikest da û jê bir.

Yariya navbera her du tîman şîev saet 22:00an dest pê kir. Her di nîveya yekem a lîstikê de tîma Fransa 4 gol avêtin derwazeya tîma Îslandayê.

Nîveya yekem a yariyê bi encama 4-0 bi qazanca tîma Fransa dawî pê hat.

Di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Îslanda bi êrişan dest pê kir û di xûleka 56an de karî gola xwe ya yekem bi lêdna yarîzan Sigthorsson tomar kir.

Piştî tomarkirina gola yekem a Îslandayê, kêfxweşiya wê tîmê zêde berdewam nebû û tenê 5 xûlek piştî hingê Fransa gola 5 avêt derwazeya wî tîmî.

Di berdewamiya lîstikê de tîma Îslanda karî di xûleka 84an de gola xwe ya duyem jî tomar bike û encamê bo 5-2 biguherîne.

Yariya navbera her du tîman di dawiya 90 xûlekan de bi heman encama 5-2 bi qazanca Fransa bi dawî hat.

 

Fransa û Almanya dê bo derbasbûna bo fînala Euro 2016ê di yariya bê de bi hev re bilîzin.