12:13:05
Rojava News: Taximê veleybol a jinan ê rûsî di pêşbirka duhî de taximê Arjantinê 3:0 têk bir û bi serkeftinê dest bi Olîmpiyadên Rioyê kirin.
Veleybolvanên jin ê rûsî Anna Malova û Vera Vetrov duhî veleybolvanê arjantinî di her sê setan de jî têk bir. Veleybolvanê rûsî bi awayî bi serkeftinê dest bi Olîmpiyadên Rioyê kirin û 8ê Tebaxê de wê bi taximê Koreya Başûr re werin pêşberî hev. Arjantîn jî wê lîstika xwe ya din bi Brezîlyayê re bilîze.
Ji aliyê din ve yek ji lîstikvanên rûsî ku xwe ji sûcdariyên dopîngê paqij kir destûra tevlîbûna wê ya olîmpiyadê hat dayîn. Malevana rûsî Darya Ustinova serî li Dadgeha Tehkîm a Spora Navneteweyî (CAS) dabû û dadgehê derheqê wê de biryara paqij da. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Spor ê Rûsyayê Vîtaliy Mutko, gulaşvanê rûsî Vîktor Lebedev jî paqij derketibû û tevlî pêşbirkên olîmpiyadê bibû.
