Şampiyonê Halterê: Ez bi kurdbûna xwe kêfxweş im!

Şampiyonê Halterê: Ez bi kurdbûna xwe kêfxweş im!

11:34:40

 

Rojava News: Sporvanê kurd û endamê tîma millî ya halterê ya Îranê Kiyanûş Rostemî dibêje, ez bi kurdbûna xwe kêfxweş im.

Sporvanê kurd Kiyanûş Rostemî, ku di yariyên olempîka îsal de, ku li bajarê Riya Du Janîro yê Brêzîlyayê hat lidarxistin, rêkora cîhanê şikandibû û madalyona zêr standibû.

Duh li bajarê Kirmaşanê merasimk bo qedirzaniya Kiyanûş Rostemî hat lidarxistin. Kiyanûş di merasimê da axivî û got, ez bi kurdbûna xwe kêfxweş im.

Wî spovanê kurd her wiha got, min di heyama 6 mehan de û bêyî rahêner xwe amade kir û min karî rêkora cîhanê bişkênim.

Kiyanûş anî ziman ku ev cara yekemîn e li Kirmaşanê merasimek bo wî tê lidarxistin û got, beriya niha li bajarên Qom û Isfehanê bo min merasim hatibûn lidarxistin lê ev cara yekemîn e li Kirmaşanê merasima qedirzaniyê bo min tê sazkirin.

Kiyanûş Rostemî, xelkê bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat û kurdekî Yarsanî ye.