13:05:12
Rojava News: Derbarê lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî de, bi tometa ku “liser torên civakî propagandaya terorê kiriye” doz hate vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Denîz Nakî de doz vekir û daxwaza 5 sal girtinê kir.
Di îdîanameyê de hate gotin ku Nakî li ser navnîşana xwe ya Facebook û Twitterê, bi 7 parvekirinên cuda, propagandaya terorê kiriye.
Roja 31ê Çileya 2015ê, di çarçoveya Kûpaya Zîraat a Tirkiyê de, Amedspor li hember Bursasporê bi 2-1 serketibû.
Nakî li ser vê yekê li ser navnîşana xwe ya tora civakî gotibû, “Em vê serkeftinê pêşkeşî wan kesan dikin ku li hember zulma li welatê me tekoşînê dikin û canê xwe feda dikin. Her bijî Azadî.”
Nakî derbarê van parvekirinan de gotibû ku ew peyamên aştiyê dide.
