Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdana trafîkê de can da

Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdana trafîkê de can da

08:01:43

 

Rojava News: Kaptanê tîma futbolê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdaneke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin, kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer 20 Berfanbarê dema ku bi otomobîla ji daweteke Meletiyê vedigeriya Diyarbekirê, otomobîla wî jî rê derketiye û qulibî ye.

Polîsan li cihê bûyerê xwe gihandin termê Şehmus Ozerê 36 salî û otomobîla wî.

Hêjayî gotinê ye, 2 roj in agahî ji Şehmus Ozer nedihat wergirtin. Amedsporê li ser medya civakî wefata lîstikvanê xwe piştrast kir û sersaxî xwest.