PDKê cejna Çileyê Zivistanê ya kurdên êzîdî pîroz kir û piştevaniya xwe bo wan dûpat kir

PDKê cejna Çileyê Zivistanê ya kurdên êzîdî pîroz kir û piştevaniya xwe bo wan dûpat kir

Rojava News: Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi helkefta cejna Cileyê Zivistanê ya kurdên êzîdî ragihand ku, ew bi temamî piştevaniya madî û manewî bo parastina çand û kultûra resen ya êzîdiyatiyê û vegerandina aramî û seqamgîriyê bo tevahiya navçeyên êzîdiyan dikin. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bo birêz mîr Tehsîn Beg Mîrê êzîdiyan û Babe Şêx Serokê Encumena Ruhanî ya kurdên êzîdî..

Bi helkefta cejna Çileyê Zistanê ya xwişk û birayên êzîdî em germtirîn pîrozbahî li tevahiya kurdên êzîdiyên Kurdistan û cîhanê dikin.

Em hêvîdar in ku ev cejin û hemû cejin û boneyên we bi xêr û xweşiyê bin û hemû aliyek vegere cihên xwe nav aramiyê û mizgîniya dawî hatina nexweşî û derdeseriyê bin.

Em vê boneya han di demekê de pîroz dikin ku gelê me bi giştî û hûn bi taybetî rastî şerekî dirinde hatine, lewma erkê ser milê me hemûyan e ku bi yek dest û bi xweragirî berxwedanê di ber ax û welatê xwe de bikin û destkeftên xwe biparêzin.

Bi vê helkeftê em piştevaniya xwe û ya Serok Barzanî ya madî û manewî bo parastina çand û kultûra resen ya êzîdiyatiyê û vegerandina aramî û seqamgîriyê bo tevahiya navçeyên êzîdiyan dikin.