Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê hevdîtinê bikin

Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê hevdîtinê bikin

02:19:04

 

Rojava News: Hat ragihandin ku hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wê roja yekşemê li Stenbolê pêk were.

Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin Barzanî û Erdogan wê roja yekşemê li Stenbolê hevdîtinekê pêk bînin. Hevdîtin wê roja yekşêmê piştî nîbro pêk were.

Ji aliyê din ve duhî berdevk û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ji bo serdana Barzanî ya Tirkiyeyê gotibû: "Gelek mijarên ku em biaxivin hene. Iraq ji bo me ji her alî ve girîng e. Di mijara ekonomîk, ewlehiya sînor, însanî û çandî ve girîng e û divê ev trafîk berdewam be. Di vê çarçoveyê de jî hem Barzanî û hem jî rêvebiriya Hewlêrê di mijara tekoşîna DAIŞ û PKKê de bi Tirkiyeyê re li noqteyekê ye."

Kalin di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di vê mijarê de em çiqas hevkariya xurt bikin wê ji bo herdu welatan baş bibe. Em daîme bi hesasiyet li hemberî gengeşiya navbera Hewler û Bexdayê rawestiyan. Li gorî hesasiyet û hevsengiyan em hevdîtinên xwe pêk tînin."