DAIŞê êrîşî Mexmûrê kir: Pêşmerge êrîş şikand!

DAIŞê êrîşî Mexmûrê kir: Pêşmerge êrîş şikand!

01:49:34

 

Rojava News: Hat ragihandin ku rêxistina terorîstî DAIŞê 24ê Sibatê li rojhilatê Mexmûrê êrîşek bir ser Hêzên Pêşmerge ku ew êrîş hatiye şikandin.

Li gor agahiyên medya Herêma Kurdistanê, terorîstên DAIŞê danê sibê li girê Girraw li rojhilatê Mexmûrê êrîş birin ser çeperên Pêşmerge.

Êrîşa terorîstan ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatiye şikandin û tê ragihandin ku di şerê qewimî ye de gelek kuştî û birîndarên DAIŞê çêbûne.