Fermandarê CENTOMê serdana rojava kir!

Fermandarê CENTOMê serdana rojava kir!

02:11:16

 

Rojava News: Fermandarê Hêzên Navendê yê Amerîkayê (CENTOM) Joseph Votel, roja iniyê serdana Sûriyeyê kir ku dîroka serdanê berê nehatibû eşkerekirin.

Votelê ku di dema Obama de jî dîsa serdanek wiha kiribû, dîsa bi awayekî nepen çû Sûriyeyê û bi hin fermandarên HSDê re hat ba hev.

Berdevkê HSDê Telal Silo derbarê serdana Votel de hin daxuyanî dda AFPê û diyar kir ku ew li ser mijarên 'di dema Donal Trump de zêdekirina kordînasyon û alîkariya Amerîkayê axivîne.

Telal Silo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Amerîkayê soz daye wan ku hin çekên giran bidin wan.

Siloyê ku hevdîtinê wekî teyîtkirina desteka Amerîkayê ya bo wan şirove dike wiha got: 'Encam erênî bûn. Em li ser operasyona xezeba  Firatê û mijara leşkerên hevpar axivîn.'

Li gorî agahiyên çavkaniyek payebilind yê HSDê Votel diyar kiriye ku wê koalîsyon parastina Minbicê ji êrişên Tirkiye û hêzên bi Tirkiyê ve girêdayî berdewam bike.

Heman çavkaniyê got wan mijara vekirina korîdorekê ya ji aliyê hêzên bi Tirkiyeyê re girêdayîne ya li herêmên di bin kontrola me jî neaxivîne.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê derbarê serdanê de heta naha ti daxuyanî nedaye.