Jineke Kurd li Belçîkayê bû wezîr

Jineke Kurd li Belçîkayê bû wezîr

02:30:34

 

Rojava News: Jineke Kurd a bi navê Zuhal Demîr li Belçîkayê bû Wezîra Siyaseta Zanistiyê û Têkoîşna li dijî Hejariyê.

Wezîra berê Elke Sleur piştî ku ji karê xwe îstîfa kir, di şûna wê de Yekgirtiya Flaman a Nû biryar girt û Zuhal Demîrê wekî wezîr diyar bike. Zuhal Demîr bi hemû dengên Meclîsa Partiyê bû Wezîra  Siyaseta Zanistiyê û Têkoîşna li dijî Hejariyê ya Belçîkayê.

Zuhal Demîr piştî ku bû wezîr, çapemeniya Tirkiyê wê wekî alîgirê PKKê nîşan da. Lê belê Zuhal Demîr ji televîzyonekî taybet re diyar kiribû ku, ew jineke Kurd e û aşitîxwaz e. Kêyfa we bi ti awayî ji PKKê re nehatiye. Ji ber Kurdbûna wê, çapemeniya Tirkiyê li dijî wê derdikeve. Ew dê li hemberî wan dezgehên medyayê doz veke.

Zuhal Demîr xelkê bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye. 37 salî ye û ji sala 2001an ve li Belçîkayê parlementer e.

Zuhal Demîr, Di 12ê Adara sala 1980an de li bajarê Genkê ya Belçîkayê ji dayik bûye.

Malbata wê ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Li Zanîngeha Leuvenê Beşa Hikuqê xwendiye. Di sala 2001an de bû Endama Parlementoya Federal a Belçîkayê

16 salan parlementerî kiriye.

Li Belçîkayê gelek caran di nav lîsteya siyasetmedarên herî jîr û çalak de cihê xwe girtiye.