01:29:04
Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana Tirkiyê dike û ligel berpirsên pilebilind yên wî welatî dicive.
İro demjimêr 13:30 Serokê Herêma Kurdistanê wê bigihê Stenbolê û tê çaverêkirin di demjimêr 15:00 de ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bicive, ku pirsên serxwebûna Kurdistanê, şerê DAIŞê, operasyona Mûsilê û Reqayê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de tewerên sereke yên civînê dibe.
Herwiha biryar e jî Serok Barzanî îşev bigihe Enqerê paytexta Tirkiyê û sibe ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bicive.
Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi girîngî li serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê dinêrin û tekez dikin, Herêma Kurdistanê hejmareke girîng e di hevkêşeya siyasî ya navçeyê de.
Barzanî berî sê rojan ji serdana Tirkiyê daxwaz kir ku, Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş û hevalên wî bên azadkirin, ku bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê gelekî girîng e Demîrtaş û hevalên wî bên azadkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca beşdarîkirina di 53emîn Konferansa Asayişa Cîhanê ya Munchenê di 17 vê mehê de berve Almanyayê birê ket, piştre di roja 21 vê mehê bi serdanekê gihêşt Parîsê û li Koşka Alyzee ligel Serokê Fransayê François Holan civiya.
Serok Barzanî herî dawî, di 23ê Terbaxa 2016an de serdana Tirkiyê kiribû.
