02:10:48
Rojava News: Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, ti rêyeke DAIŞê tineye ku alîkariyê bigehîne çekdarên xwe û hemû rêyên wan navçeyên bin desthilatiya DAIŞê yên rojavayê Mûsilê hatine daxistin.
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya Şingalê Haşim Sîteyî di daxuyaniye ke ji bo BasNewsê de got: Hemû rêyên serekî yên rojavayê Mûsilê hatine daxistin û ji ti aliyekê ve DAIŞ nikare alîkariyê bo çekdarên xwe birêbike, naha tenê bi rêya ew çekên wan ên di dest de ne, li rojavayê Mûsilê şer dikin.’
Herwaha got: ‘Ew rêya serekî ku jê re tê gotin Teluzêr nemaye, berê alîkarî ji Sûriyê ve ji wan re li ser wê rêyê re dihate Iraqê, ji bakûrê Mûsilê ve hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kontrola rojhelat û rojavayê bajêr pêkanîne û bi wî awayî hêza DAIŞê ya tevgerê nemaye û li başûrê bajar ve artêşa Iraqê û hêzên Iraqê ew dorpêç kirine.
