Rojava News: Di nava 24 seatên borî de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê 34 caran êriş kirine ser navend û çeperên DAIŞê.
Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di nava 24 seatên borî de balafirên Amerîka û hevpemaniyê 8 operasyon li dijî DAIŞêli Sûriyê pêk anîne. Hevdem li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî 26 operasyon.”
Li gorî wê daxuyaniyê, operasyonên li Sûriyê 7 ji wan li derdora Kobanî bûn, ku Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li wir gundan rizgar dikin. Herwiha operasyone jî li nêzîkî bajarê Reqayê bû.
Hêzên Pêşmerge li başûrê kerkûkê ji şeva pêncşemê ve heta duhî şerekî giran li dijî çekdarên DAIŞê dikirin, ku wan çekdaran tankerên mezin tije bombe dikirin û dixwest bi nava Hêzên Pêşmerge de biteqîne.
Lê ji ber ku çekên Pêşmerge ne yên pêşketî ne, ew otomobîl û tanker nedihatin têkbirin, lewma balafiran di vî warî de roleke mezin dît bo têkbirina wan tankeran.
Di daxuyaniya Artêşa Amerîkayê de hatiye ku, “Balafiran li nêzîkî bajarê Kerkûkê 19 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne û ziyaneke mezin gehandine wê rêxistinê, ku gellek tank û tanker û çekên wan hatin têk birin.”
Herwiha Artêşa Amerîka dibêje ku, “Balafiran li navçeya Şingalê û Teleferê yên ku Pêşmerge li wir şerê DAIŞê dike û li bajarokê Qayîm ê parêzgeha Enbarê û Hît ê Remadî jî li navend û çeperên DAIŞê dan.”
