01:38:38
Rojava News: Civîna Barzanî bi şanda HDPê re xilas bû. Ehmed Turk li ser civînê got, civîn gelekî girîng bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Enqerê bi şanda HDPê, ku ji Ehmed Turk û şaredarê bajarê Agirî Sirri Sakik pêk hatibû, hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê, Ehmed Turk daxuyanî da rojnamevanan û got, civîna me bi Barzanî re gelekî girîng bû.
Ehmed Turk her wiha got, me daxwaz ji Barzanî kir rola xwe di destpêkirina piroseya aştiyê de bilîze ji ber ku Barzanî aktorekî girîng e çi di nav kurdan de çi li Rojhilata Navîn. Em dixwazin şer nemîne û deriyê diyalogê vebe.
Turk anî ziman ku ew bawr dikin Serok Barzanî ji Erdogan daxwaz kiriye hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî bên berdan.
