01:42:20
Rojava News: Çavdêrekî siyasî dibêje, pêşwaziya Tirkiyê ji Serok Barzanî vê carê cuda bû ji carên din ji ber ku alaya Kurdistanê li firokexaneya Ataturk ya Stenbolê hatibû danîn.
Çavdêrê siyasî û yek ji damezirênerên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Dr. Dîndar Doskî li ser serdana Barzanî bo Tirkiyê ji BasNewsê re got, têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gelekî pêşde çûne. Tirkiye her carê gavekî pêşde diçe. Serdana vê carê ya Barzanî gelekî baş bû. Li gorî ku Ehmed Turk digot, Barzanî di hevdîtinan de bi tekîdî behsa piroseya aştiyê kiriye.
Dr. Dîndar Doskî her wiha got, vê gavê li Kurdistana Bakûr hinekî aramî heye û şer kêmtir bûye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye dixwaze şert û mercan çêbike bo piroseya aştiyê dîsa dest pê bike. Daxwaza Serok Barzanî bo berdana parlamenterên HDPê nîşan dide ku niyetek baş heye bo destpêkirina piroseya aştiyê li Kurdistana Tirkiyê.
Wî çavdêrî siyasî li ser çawaniya pêşwazîkirina Barzanî jî got, pêşwazîkirina Barzanî vê carê cuda bû ji ber ku Tirkiyê alaya Kurdistanê li firokexaneya Ataturk ya Stenbolê danî, ev jî peyama nû ya Tirkiyê ye di çarçoveya guhertinên Rojhilata Navîn de.
Li gorî Dr. Dîndar Doskî, Herêma Kurdistanê aktoreka bihêz e li Rojhilata Navîn û dixwaze li gorî guhertinan pozîsyon û rola xwe diyar bike.
