Helebê: 3ê welatiyên Kurd ji encama teqîna bombeyekê şehîd bûn

Helebê: 3ê welatiyên Kurd ji encama teqîna bombeyekê şehîd bûn

 

Rojava News: Serkirdeyekî PDK-S ji bajarê Efrînê ragehand ku, bombeyek çandî di otombîleke rêwiyan de, dema ku, bajarê Şamê dihatin Efrînê teqiya, di encam de jinek û du zarok şehîbûn.

Derbarê wê bûyerê serkirdeyê Partiya Demokratîka Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Ebdulrehman Apo ragehand ku, dema otomîleke rêwiyan ji Şamê dihat bajarê Efrînê li gundê El-Xenasir bombeyeke çandî ji şûnmayên DAIŞê pêde teqiya.

Li gor wî serkirdeyê PDK-S daye zanîn; di encama wê teqînê 3ê welatiyên Kurd şehîdbûn, jinek û du zarok.

Berî niha jî çalakvanê civaka sivîl Mehmûd Cuma Musil ji BasNewsê ragehandibû ku, li bajarokên El-Qebasiyê, Bezaia û Babê ji encama teqîna bombeyên çandî 19 welatî şehîbûn, hejmarek birîndar bibûn.