13:28:16
Rojava News: Kurdên Êzidî yên kampa penaberan a li ser Çiyayê Şingalê, li bazaran firoştina zarokên êzidî wek koleyan, çekdarkirina wan a bi zorê û di êrîşên terorîstî de bikaranîna wan protesto kirin û xwestin hawar û gaziya wan were bihîstin.
Xwepêşandana protestokirinê piştî derketina dîmenên êrîşeke DAIŞê ya ku bi destê zarokên êzidî li bajarê Mûsilê pêk anîbû, dest pê kir.
Dê û bavên zarokên êzidî ku zarokên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, çalakiyê li dar dixin. Malbat hîn aqûbeta zarokên xwe nizanin.
Malbatên zarokên êzidî bi dirûşma ‘Zarokên me rizgar bikin' dengê xwe bilind dikin û bangewaziyê li hikûmeta Iraqê û dezgehên civaka navdewletî dikin.
Dê û bavên zarokan dibêjin, piştî ku ‘mêjiyê zarokan tê şûştin' çalakiyên terorîstî bi wan didin kirin ku malbat gelekî bifikar in ji aqûbeta zarokên xwe.
Bajarê Şingalê ku piraniya niştecihên wê êzidî ne, di êrîşa DAIŞê ya Tebax a 2014an de hatibû dagirkirin û ji bilî kuştina bi hezaran êzidiyan, bi qasî 5 û 7 hezar zarok û jin jî hatibûn revandin. Jin li bazaran hatin firotin û zarok jî bi koletîyê hatin mehkûmkirin ku herwiha rêxistina terorîst DAIŞ wan di êrîşên xwe de jî bikar tîne.
