Rojava News: Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxwaz ji xortên Başûrê Kurdistanê dike ku çek helgirin û “Tevlî gerîle û Pêşmergeyên Kurdistan bibin.”
Di daxuyaniyekê de ku li ser malpereke nêzîk ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye belavkirin, Hevserokatiya KCKê ragihandiye “Bûyerên vê dawiyê nîşan didin ku heta ku Kurdistanê bi giştî azad nebe, parîeyeke din a Kurdistanê aram nabe,çarenivîsa gelê me li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye.”
Derbarê bergiriya Hêzên Pêşmege û şervanên Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Hevserokatiya KCKê dibêje: “Ew hêla parastinê hem li Rojava û hem li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên geîle û Pêşmerge ve hatiye drustkirin, ji bo gelê me û hemû civak û netew û baweriyan bûye çavkaniya moral û hêzeke mezin.”
Hevserokatiya KCKê dibîne ku “Ew êrîşa faşîzmên DAIŞê dike ser azadî û hebûna gelê Kurd, li bermbaer hêzên parastin û berxwedana gerîle û Pêşmerge mehkûmê têkçûnê ye, çeteyên DAIŞê bipiştgiriya Tirkiya dagîrker û hêzên paşketî yên herêmê û hêzên neteweyî û xwestin Kobanê dagîr bikin, lê li astê berxwedaniya Kobanê çonk danîn, Kobanê azad bûye û çeteyên faşîst neîar bûn bi fermî li şikestina xwe mikur bên. Em tekez dikin ku çawa faşîzmên DAIŞê ji KObanê hatin derkirin, dê bi heman awayî misoger ji Şingalê jî bên derkirin.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Hevserokatiya KCKê daxwaz ji “Hemû xortên Kurd û hemû kesên ku dikarin şer bikin li Başûrê Kurdistanê, bi awayekî serferberî çek helgirin û biçine nav rêzên gerîle û Pêşmerge.”
