Welatî goristana “Nemiran” ziyaret dikin

Welatî goristana “Nemiran” ziyaret dikin

11:19:57

 

Rojava News. Bi helkefta 38emîn salvegera wefata Mela Mistef Barzanî, bi hezaran kes goristana “Nemiran” ziyaret dikin û wan bibîr tînin.

Îro 38emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî rêberê bizava rizgarî ya gelê kurd e. Bi vê helkeftê û mîna her sal, bi hezaran kurd û biyanî serdana goristana Nemiran li devera Barzan dikin û Mela Mistefa Barzanî, xebata wî û hevalên wî bibîr tînin.

Mela Mistefa Barzanî 14 Adara 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye, 1 Adara sala 1979 li Amerîka wefat kiriye. Termê wî li zêda wî hatiye veşartin. Li kêleka termê wî, termê kurê wî û yek ji serkirdeyên xebata rizgarî ya kurd Idrîs Barzanî hatiye veşartin.