13:30:05
Rojava News: Daxwaz ji rêveberiya herêma Kurdistanê tê kirin, fişar bixe ser rêveberiya Qendîlê, ku PKK li gundên sînorê herêma Kurdistanê xwe vekşîne û vala bike. Endameke parlamentoya Kurdistanê jî dibêje: ‘’PKK bûye sedem ku xizmetkariyên gundan bên rawestandin.’’
Parlamenterê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em daxwazê ji rêveberiya Kurdistanê dikin ku fişarê bixe ser Qendîl û PKKê, ku ji wan gundan xwe vekşîne ku li Kurdistana başûr de dagir kiriye.’’
Herwaha got: ‘’Bi sedan gundên Kurdistana başûr ji aliyê PKKê ve hatiye dagir kirin û bac ji xelkê tê vergirtin û rêya hatûçûnê jî girtine. Naha jî PKK bûye sedem ku balefirên Tirkiyê çiyayên Qendîlê bombebaran bike û ziyanê bidin Kurdistanê, herwaha ji ber wan sedeman hemû xizmetkariyên ji bo gundan rawestane ji ber PKK li wan deverane.’’
Dawiyê de jî got, divê PKK li sînorê navçeyên Kurdistana başûr û gundên wê xwe vekêşe.
