Li Şengalê goreke komî yê 30 kurdên Êzdî hat dîtin

Li Şengalê goreke komî yê 30 kurdên Êzdî hat dîtin

Rojava News: Li Şengalê goristaneke komî ji aliyê şervanên kurdên Êzdî ve hat dîtin.

 

Duhî roja Yekşemê 1-2-2015`an, li navçeya Şengalê, goreke komî di navbera bajaroka Sinono û Komgeha Xansorê de, hat dîtin û di wê gorê de, termê 30 kesên Êzîdî tê de bû.

 

Di dema dagîrkirina Şengalê de, hejmareke mezin ji Kurdên Êzdî ketin destê terorîstên DAIŞê û piraniya wan jin û zarok bûn, heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e ku hinek dibêjin ku ew jin û keç hatine firotan û mêr jî hatine şehîd kirin û zarokan jî li gorî xwe bi xwedî dikin ku mêjkê wan nwek mêjkên xwe amade bikin û li dijî kurdan bi kar bînin.

 

Piştî ku çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin, gellek kesên sivîl û bêguneh komkuj kirin û di gorrên komî de çal kirin.