Rojava News: Li gor daxuyaniyeke serokatiya hikûmetê, îro 01.03.2017ê serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê nû yê Rûsyayê li Iraqê Maksim Magsimol û cîgirê rêveberê giştî yê beşa rojhilata navîn û bakûrê Afrîqa li wezareta derve ya Rûsya Valerian Şovayer û şandeyeke şîrketa Gazpromê kir.
Di hevdîtinê de Magsimol keyfxweşiya ya ji bo yekem serdana xwe anî ziman û ew pêşketinên di vê rewşa giran a herêma Kurdistanê de nêrîn anîn ziman. Herwaha amadebûna xwe bo giringiyên peyvendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Rûsya û serdana şandeyên her du aliyan, di hemû astan de nîşan da û bi vê armancê jî di demek nêzîk de wê serdaneke din bo herêma Kurdistanê bikin.
Herwaha teqez kir ku Rûsya ji aliyê aborî ve nirxeke mezin dide herêma Kurdistanê, ji ber vê jî şîrketên welatê xwe bi giştî teşfîq dikin û bi taybetî jî şîrketa Gazprom teşfîq dikin ku aliyê wuze de sermaye li herêma Kurdistanê birazînin, ji ber vê derbarê de derfetên baş ên kar kirinê li herêma Kurdistanê hene.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê jî spasiya serdana wan kir û heviyên xwe yên serkeftinê ji balyozê nû yê Rûsyayê re anîn ziman û çalakiyên xwe de xwest û peyvendiyên du alî yên di navbera herêma Kurdistanê û Rûsyayê teqez kir.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam piştevanê sektora taybet a welatên dost kiriye bo ku bên li herêma Kurdistanê sermaye birazînin.
Herwaha amaje bi vê yekê ji kir hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam piştevanê sektora taybet a welatên dost bûye, bo li herêma Kurdistanê sermaye birazînin. Herwaha ew pêngavên ku hikûmeta herêma Kurdistanê ji aliyê çaksaziyê de avêtine, rewşeke ber bi başbûnê ve çûn pêkhatiye û ji ber vê jî şîrketên Rûsî dikarin ji hemû aliyan ve sermaye birazînin û berhemanîn li Kurdistanê bikin.
