Li Kobanî 42 gund hatine rizgarkirin lê hê gel nikarê vegerê bajarê xwe

Li Kobanî 42 gund hatine rizgarkirin lê hê gel nikarê vegerê bajarê xwe

Rojava News: Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê heta niha 42 gund ji destê DAIŞê hatine standin. Penaberên Kobanî yên ku ji ber şer reviyabûn Bakur, derbasî Kobanî dibin lê hêzên tirk cardin nahêlin ew vegerin Bakur.

 

Li nav bajarê Kobanî jî gellek kuştiyên DAIŞê mane û heta niha nehatine komkirin û çalkirin. Ev yek bûye sedema wê yekê ku xelkê Kobanî jî nekarin vegerin zêda xwe. Kobanî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin lê niha jî ketiye destê kuştiyên DAIŞê!

 

Li nav bajarê Kobanî, termên gellek çekdarên DAIŞê ketine û bêhnek pîs ketiye tax û kolanên bajêr.

 

Hemendemê  Operasyona rizgaririna herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê didome.

 

Li gor hatiye zanîn: heta niha herî kêm 42 gund ji destê DAIŞê hatine standin û hêzên kurdî roj bi roj zêdetir pêşde diçin.