Alîkarê Barzanî hêrs bû: Nabe Pêşmerge mîna DAIŞê bibe

Alîkarê Barzanî hêrs bû: Nabe Pêşmerge mîna DAIŞê bibe

Rojava News: Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Kosret Resûl Elî bang li hêzên Pêşmerge kir li gorî pîvan û etîka şer nêzîkî dîl û kuştiyên DAIŞ û dujminan bin.

Kosret Resûl Elî, îro di peyamekê de destpêkê destxweşî li Pêşmerge ji ber qehremanî û mêrxasiya wan di şerê DAIŞê de paşê bang li wan kir ku li gorî pîvan û etîka şer nêzîkî kuştî û dîlên DAIŞ û dujminan bibin.

Alîkarê Barzanî anî ziman ku bi serjêkirina çekdarekî DAIŞê ne li gorî etîka şoreşgerî ya Pêşmerge ye û wiha got: “Cara yekemîn e di dîroka xebat û berxwedana gelê me de tiştekî wiha çêdibe. Çimkî me di hemû şer û xebata xwe de pîvanên şer parastiye û em li gorî pîvanên olî û kultura xwe nêzîkî kuştî û dîlên dujminên xwe bûne, her çiqasî ew dirrinde û zalim jî bin.”

Di beşeke din a peyama Kosret Resûl Elî de wiha hatiye gotin: “Pêşmergeyên qehreman! DAIŞ vê carê jî dixwaze me mîna xwe bike ji ber wê jî divê haya me ji vê lîstoka DAIŞê hebe. Hûn gel û netewekî diparêzin. Hûn bi navê mirovahiyê şerê dujminên mirovahiyê dikin…”

Di dawiyê de Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, hişyariyê dide wan kesan pîvan û etîka şer binpê bikin û gefa “cezayên tûj” li wan dixwe.