01:12:55
Rojava News: Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li Efrînê yê Kurdistana Rojava Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo serbest berdan.
Derengiya şeva borî û demjimêr 3:00 ber destê sibê, hêzeke Asayişa PYD bi ser mala Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo de girtibû û ew binçav kirbûn û berve cihekî ne diyar ve biribûn.
Ev ne careke yekem bû ku, Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Ebdilrehman Apo ji aliyê Asayişa PYD ve dihat girtin, berê niha û di 8 Îlona 2013an heta 2 Çileya 2014an 4 mehan hatibû binçavkirin, di 4ê Adara 2016an ta 21 Tîrmeha 201an 4 mehan hatibû binçavkirin.
