11:37:12 PM
RojavaNews: Li bajarê Ezazê ya li bakurê Helebê, 7 kes di encama teqîneke xwekuj de hatin kuştin.
Li gor ajansên opozisyona Suriyê, îro di encama teqîneke xwekuj de li baregehê Cebhe El-Şamiye li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê 7 kes hatin kuştin, ku 3 ji wan çekdarên opozisyonê ne.
Herwiha 11 kesên din jî brîndar bûn, ku piraniya wan sivîl in.
Cebhe El-Şamiye di hefteya borî de tevahiya beregehên xwe yên leşkerî radestî hikûmeta demkî ya opozisyonê û polîsên azad kiribû, ew jî li ser daxwaza welatiyan, ku gotibûn divê yekîneyên serbazî di nav bajar de nemînin.
