Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, baweriya wî bi şikandina DAIŞê heye, tevî ku dibîne ev şer ji şerê Sedam Husên jî zehmettir e. Barzanî her wiha got, em ti carî DAIŞê û yên alîkarî dane DAIŞê, efû nakin.
Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Heyat a Londonê de ragihand: “Bûyera şehîdbûna 3 pêşmergeyên birayên hev di rojekê de nayê jibîrkirin. Ez çûm mala wan li devera Soranê û dayîka wan Ayşe pêşwazî li min kir. Dema ku hevjîn û zarokên wan şehîdan li dora min kom bûn, ez pir êşiyam.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Ez nizanim çawa behsa wê bikim. Min ji dayîka wan şehîdan re got, em hemû pê serbilind in ku tu dayîka me bî û em jî kurê te bin. Ew şehîdên milet in. Hemû şehîdên Kurdistanê kurên te ne.”
Barzanî di wê hevpeyvînê de wiha pêde çû: “Dayîka wan şehîdan ji min re got: Xemê nexwe. Ev serbilindiyeke mezin e bo malbata me. 2 kurên me yên din hene, ew jî amade ne xwîna xwe ji bo Kurdistanê bidin.”
Serok Barzanî herwiha amaje bi wê yekê jî dike ku, “Dema dilopek xwîn dirije ziyaneke mezin e. Bîne ber çavên xwe, dema ku tu sibehê efserekî dibînî û êvarî ji te re dibêjin şehîd ket. Carna ew kes bi xwe kurê şehîdekî ye yan jî neviyê şehîdekî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê dide zanîn ku heta niha 800 Pêşmerge şehîd bûne, ku 300 ji wan efserên pilebilind bûn û eşkere dike ku kuştiyên DAIŞê bêtirî 3 hezar kesî ne.
Barzanî wiha didomîne: “Bedel pir giran e lê divê were dayîn, ji ber ku bergiriyê li hebûna miletekî û kerameta wî dike. Herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke mezin hatiye, lê bi piştrastî ez dikarim bêjim me DAIŞ şikenand û me nêzîkî 17 hezar km ducar ji destê wan derxist.”
Serok Barzanî behsa wê yekê jî dike ku wan ji Bexda û çend aliyên din re gotiye, em amade ne şerê jinavbirina DAIŞê bikin eger çekên giran bidin me.
Barzanî wiha dibêje: “Em nahêlin tişta ku çêbû, dubare bibe. Ez dixwazim bi zelalî bêjim, em wan hovên ku serê sivîlan jê kirin û jinên êzîdî revandin, efû nakin. Herwiha em wan kesan jî efû nakin ku alîkariya wan terorîstan dikin. Mebesta min tolhildan nîne, lê ez dixwazim dadperwerî hebe.”
Barzanî tekez kir ku hevahengiya wan ligel artêşa Iraqê baştir bûye, lê pêşbînî nekir ku kengî dê ev şer bi dawî were.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, baweriya wî bi şikandina DAIŞê heye, her çiqas şerê DAIŞê ji şerê Sedam Husên zehmettir be jî.
