Vekêşîna YPGê li Minbîcê Amerîkayê nîgeran dike

Vekêşîna YPGê li Minbîcê Amerîkayê nîgeran dike

12:23:54

 

Rojava News:  Endameke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ragehand, vekêşîna YPGê li Minbîcê bi rêkeftina Sûriyê ya li gel PYDê ve bûye û li hember vê yekê rejîma Beşar Esad pare û çek dide PKKê, li hember vê yekê jî amerîka ji ber bê agahiya wan ew tişt pêkhatiya ji PYDê nîgerane.

Çend roj berî naha şervanên Encûmena leşkerî ya Minbîcê ku baskeke leşkerî ya PYDê ye û ragehand, bi rêkeftina leşkerî ya li gel artêşa Rûsya û Sûriyê re îmza kiriye, rêkeftinek pêkanîne û navçeyên kontrolkirî yên bajarokê Minbîcê radestî hêzên parastina Sûriyê dikin û ew hêz ji vê û pê de parastina wan navçeyan dikin.

Herwaha ji aliyê Rûsyayê ve jî hatibû piştrast kirin ku rêkeftinek pêkhatiye û li gor wê rêkeftinê hikûmeta Sûriyê û Hêzên Demokratîk a Sûriyê li ser Minbîcê rêkeftinek pêkaniye.

Endamê ENKSê Kawa Ezîzî ji rojnameya Bas re ragehand, vekêşîna YPGê li wan cîhê ku kontrol kiribûn bi xwîna sedan şervan û bi rêkeftina rêveberên PKKê li Qendîlê li gel rejîma Beşar Esad, li hember çek û pare pêkhatiye.

Ezîzî got: ‘’PKK bûye kirêgirtiyê Beşar Esad, bazarê li ser axa rojavayê Kurdistanê dike. belge hene ku vekêşîna hêzên PKKê bi rêkeftina li gel rejîma Sûriyê pêkhatiye û Rûsya jî ji rêkeftinê agahdare. ji ber vê jî Amerîka ji vê siyaseta YPGê nîgerane. Her ji ber vê jî Amerîka digehe wê baweriyê ku PKK û YPG ti cudayiyek di navbera wan de tineye.

Li gor hin çavkaniyan jî PKKê di civîneke veşartî de ji Muxaberata Sûriyê çek û pare vergirtiye.

Berî naha wezareta berevaniya Amerîkayê Pentagonê ragehandibû ku ji peymana di navbera HSDê û rejîma Sûriye agahdar nîne.

 

Ji aliyê xwe mamostayê zanko û pisporê karûbarê navnetewî Sersam Şiwanî ji rojnameya Bas re ragehand, ew hêzên baskê PKKê ne, baweriya wan li rojavayê Kurdistanê ji dest daye û eger her waha siyaset bikin, dibe ku ji naha û pê de Amerîka pişta xwe bide.