Nivîsgeha ENKSê rastî êrîşê hat

Nivîsgeha ENKSê rastî êrîşê hat

02:17:12

 

Rojava News: Grûpek êrîşî ser nivîsgeha Xwecihiya êrîşa li ser nivîsgeha Xwecihiya Serê Kaniyê yê ENKSê kir. ENKSê jî PYDê berpirsyar dibîne.

Xwecihiya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî grûpekê bi boriyên hesenî êrîşî ser nivîsgeha wê xwecihiyê kir û li xizmetguzarê nivîsgehê dan û hemû kelûpelên nivîsgehê jî şikandin.

Xwecihiya Serê Kaniyê da zanîn ku, ev êrîşa duyemîn e di mawa 3 rojan de, tevî ku Asayişa Rojava soza parastina wê nivîsgehê dabû.

Xwecihiya Serê Kaniyê ya ENKSê ev kiryar bi tundî şermezar kir û berpirsayetiya vê êrîşê xiste stûyê PYDê.