02:24:18
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî û heyeteke berfireh ku ji berpirsên Hikumet û rayederên siyasî pêkhati bû, şevê din (2017-03-07) beşdarî şahîneta Belge filma Pêşmerge ya bi navê “The Battle of Mosul” bûn.
Di şahîneta belge Filma Peshmarge Ku li Hewlerê hate pêşkeşkirin de Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, General Sîrwan Berzanî, Parêzgarê Hewlerê Newzat Hadî li gel jimareke mezin ji berpirsê Hikumeta Herêmê û rayederên siyasî amade bûn.
Belge filma “Peshmarge” ya bi navê xwe yê orjinal “The Battle of Mosul” di re ya operasyona Mûsil û beşdarîkirina wê de qrhremantî û çalaktiya hêzên peşmergeyê Kurdistanê bi dokument kiriye û balkeşiyeke mezin avakiriye.
Belge filma ji aliyê Fîlozof û nivîskarê Fransî Bernard- Henri Levy ve hatiye amadekirin, rizgarkirina bajarê Mûsilê ji xwe re dikê mijar. Nivîskarê belge film û hemû stafên wê jî amade bûn.
Filmê “The Battle of Mosul” cara yekemîn bi ermanca şahînetê şevê din li Empire Cinema Family Mall hate pêşkeşkirin.
Tê payenkirin ku Ew belge filma li ser Hêzên peşmergeyê Kurdistanê di hemû dinyayê de denge kî hêja li gel xwe bênî.
