ENKS: NATO Pêşmergeyên Roj perwerde dike!

ENKS: NATO Pêşmergeyên Roj perwerde dike!

12:45:50

 

Rojava News: Tê diyarkirin ku pêşmergeyên girêdayî Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) ji aliyê Amerîka û NATOyê ve tên perwerdekirin. Rêveberê ENKSê Kawa Ezîzî ji bo Sputnikê got ji ber ku Pêşmergeyên Roj li dijî DAIŞê şer dikin, NATO wan perwerde dike.

Li gorî agahiyên berdest Pêşmergeyên Roj ji aliyê NATOyê ve tên perwerdekirin. Piraniya pêdiviyên Pêşmergeyên Roj ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve tê bicihanîn.

Di derbarê mijarê Rêveberê ENKSê Kawa Ezîzî ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku Pêşmergeyên Roj hêzeke leşkerî ya girêdayî ENKSê ye. Ezîzî wisa berdewam kir: "NATO û hêzên hevpeymanê Pêşmergeyên Roj perwerde dikin. Ew wan li Herêma Kurdistanê perwerde dikin lê em nizanin li kîjan bajarî perwerde dikin. Kampên wan ên perwerdehiyê hene. Kampên leşkerî jî hene. Ji ber ku ew pêşmerge li dijî terora DAIŞê şer dikin, NATO wan perwerde dike."

Ezîzî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev pêşmerge nûnerên kurdan e û got, "Ev pêşmerge nûnertiya kurdan dikin. Li Ceneve 1, 2, 3 û 4an û li Astanayê nûnertiya kurdan dikin. Hebûna van pêşmergeyan li Sûriyeyê hebûna kurdan e. Pêwistiyeke lezgîn e ku ev pêşmerge biçin herêma Kurdistana Sûriyeyê."

Ezîzî dest nîşan kir ku di nava Pêşmergeyên Roj de nêzîkî 150-200 pêşmergeyên jin jî hene û got di nava pêşmergeyan de tabûreke taybet a jinan jî heye. Ezîzî bal kişand ser ku ji bo Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin ew bi Amerîka, Rûsya û gelek dewletan re hevdîtinan pêk tînin û ev tişt gotin: "Em wek ENKSê bi Tirkiye, Almanya û gelek hêzan re hevdîtinê pêk tînin. Niha ji ENKSê Îbrahîm Biro û Kamuran Haco li Amerîkayê hevdîtinan pêk tînin. Wê bi Amerîkayê re mijara Kurdistana Sûriyeyê û Pêşmergeyên Roj biaxivin."

Pêşmergeyên Roj ji meha Sibatê ya 2012an û vir ve ji aliyê Hêzên Taybet ên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê (Zêrevanî) ve bi navê ‘Hêza Leşkerî ya Roj' tên perwerdekirin û li Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê şer dikin. Di şerê li dijî DAIŞê de heta îro 40 endamên Pêşmergeyên Roj jiyana xwe ji dest daye. Pêşmergeyên Roj di operasyona Mûsilê de jî cih girtin.

Pêşmergeyên Roj ji 8 tabûr û 2 yekîneyên taybet ên jinan pêk tê. 6 hezar endamên Pêşmergeyên Roj hene û 3 hezarên wan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê hatine bicihkirin.