Li Dêrikê êrîşî ahinga jinan kirin: Jinek û 10 zarok girtin

Li Dêrikê êrîşî ahinga jinan kirin: Jinek û 10 zarok girtin

13:03:17

 

Rojava News:  Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Dêrikê yê Kurdistana Rojava êrîşî ahinga pîrozkirina roja jinê ya cîhanî kirin û bi tûndî pêwendî bi jinan re axivîn û rê nedan ahing were lidarxistin, herwiha jinek û zilamê û 10 zarok girtin.

Îro, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li bajarê Dêrikê yê Kurdistana Rojava rê neden ku, jin roja xwe ya cîhanî pîrozbikin û bi lêdan û tûndî êrîşê cihê ahingê kirin û axiftinên neşêrîn derheqê Hêzên pêşmerge de gotin, herwiha jinek û zilamê xwe ligel 10 zarokan hatine desteserkirin.

Derbarê wê bûyerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir tê de bi tûndî ew êrîş şermezar kir û got ku, demijmêr 2ê nîvro Asayîşa PYD êrîşî cihê ahinga roja jinan a cîhanî bû û dirûşmên ne şêrîn derheqê pêşmergeyan de kirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, ji ber kontirolkirina rewşê û ne rûbrûbûna her du aliyan ahing betal kir.