Kobaniyên Li Suruçê Dixwazin Vegerin Kobanêyê

Kobaniyên Li Suruçê Dixwazin Vegerin Kobanêyê

Rojava News: 200 hezar Kobaniyiyên ku ji şer reviyan û xwe sipartin xaka Tirkiyeyê jî, li bendê ne ku di demeke nêz de vegerin Kobanê.

Şer, nêzî 4 mehan dewam kir, Kobanê tar û mar bû û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

200 hezar kesên ku ji şer reviyan jî xwe sipartin Tirkiyeyê.

Piştî ku bajar ji êrîşên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Kobaniyiyên ku li Pirsûsa Rihayê dimînin jî pir kêfxweş bûn.

Kobanêyiyên ku bi hesrata welatê xwe li van deran bêzarin, hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin welatê xwe.

Xaltîka Gulê ya 88 salî jî, yek ji van kesan e.

Keçên Apê Mistefayê 72 salî li Stenbolê ne.

Lê belê ji ber ku kobanê nêzî pirsûsa Rihayê ye, dixwazin li Pirsûsê bimînin.

Ew dixwazin salên xwe yên dawî, li welatê xwe derbas bikin