Du wezîrên DAIŞê bi destê Pêşmerge hatin kuştin!

Du wezîrên DAIŞê bi destê Pêşmerge hatin kuştin!

13:18:27

 

Rojava News: Li gorî daxuyaniya Fermandarê Pêşmerge Lîwa Bextyar Mihemed du wezîrên DAIŞê yên parastin û darayî destê pêşmerge hatin kuştin.

Fermandar di daxuyaniyeke xwe ya taybet de ragihand ku gelek milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi destê Hêzên Pêşmerge hatin kuştin di wan kuştiyan de Wezîrê Parastin û yê Darayî yên DAIŞê jî hebû.

Lîwa Bextyar Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got: "DAIŞ pilaneke serbazî bihêz bikartanî ku di nav de her 10 milîtanan emîrek destnîşandike, lê bi giştî milîtanên DAIŞê navên xwestî li xwe dikirin, ji ber wê yekê dema têne kuştin navê wan yê rasteqîne nayê naskirin, ew yeke jî carna dibe pirsgirêk." 

Mihemed ragihand ku di meha borî de Wezîrê Parastin û Darayî yên DAIŞê bi destê Hêzên pêşmerge hatine kuştin û hejmareke mezin radestî dezgehên Asayîşê kirin. DAIŞê ji aliyê serbazî ve rastî şikestineke mezin bûye, herwiha gelek navçeyên ku berî niha di dest de bûn hatine rizgarkirin.