Heyetek ji DYAyê li Herêma Kurdistanê rewşa însanî vedikole!

Heyetek ji DYAyê li Herêma Kurdistanê rewşa însanî vedikole!

13:20:07

 

Rojava News: Serokê Heyeta Lêkolînê yê Mîchael Naîsten ku ji aliyê Amerikayê ve ji bo rewşa însanî ya li Herêma Kurdistanê di cih de bişopîne derbasî Herêma Kurdistanê bû da zanîn "Dê Amerîka rêzdar be ji bo mafê Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê."

Ji bo îhtîmala referandûmek a serxwebûnê jî Naîsten got:"Heger ji encamên referandûmê serxwebûn derkeve dê DYA pişgiriyê bide û dê bi Rêveberiya Navendî ya Iraqê re bikev e peywendiyê. Li gorî nûçeya K24ê Naîsten ji bo rûdanên neyînî yên li Herêma Kurdistanê jî rewşa însanî dê bişopînin û dê lêkolîn bikin bê dê bikaribin alîkariyek çawa bidin Herêmê. Nîsten da zanîn ew dê rapora xwe ragihînin dezgehên desthilatdar ên Emerîkayê.

Naisten wiha got:"Kurd xwediyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ne, rêveberiya Washîngtonê jî di nav xwe de tim vê mijarê tîne rojevê û pişgiriyê dide vê fikrê. Her wiha bi welatên cîran re jî dişêwir e. Dê Emerîka piştgiriyê bide serxwebûna Herêma Kurdistanê. Lê niha dixwaze bizanibe ku ger Kurdistanek serbixwe çêbibe dê di pêşerojê de çiqas serkeftî be. Em dixwazin bi vê bizanibin." Naîsten her wiha bibîr xist heya reformek ya aborîyê çênebe ne mimkûn e ku qeyrana aboriyê jî bê derbaskirin."