Zekeriya Yapıcıoglu: Dinyayê Alaya Kurdistanê nas kiriye, tu nas bikî çi ye nas nekî çi?'

Zekeriya Yapıcıoglu: Dinyayê Alaya Kurdistanê nas kiriye, tu nas bikî çi ye nas nekî çi?'

13:25:44

 

Rojava News: Serokê HÛDAPARÊ Zekeriya Yapıcıoglu, di komcivînek ya li Şernexê bal kişand ser beyanên Serokê Partiya nijadperestê Tirk Bahçeliyi yên derheqê ala û axa Kurdistanê de. Yapicioglu got:"Ceddê te ji vî axî re digot Kurdistan û îro alaya Kurdistanê hemû dinya nas dike, tu nas bikî çiye nas nekî çi?'

Yapicioglu ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê yê li Tirkiyeyê bibîr anî û wiha got:"Helwesta Serokê Partiya Nijadperest a MHPê Bahçeliyî, li hemberî alaya Kurdistanê, helwestek cudaxwaz û bêhed e."

Û wiha berdewam kir:"Ma kurdên di nav sînorên Tirkiye de birayên te ne û yên dî ne birayên te ne. Ma ew dijminên te ne? Heger mebest sînorbin nexwe tirkmenên li biniya sînorê jî divê ne birayên te bin. Ma ala ya te pîroz û alaya kurdan jî paçewre ye ne? Ev eyb û şermek mezin e. Ev helwest cidaxwazî û bêhediya Bahçelî nîşan dide.

Yazicioglu her wiha got:"Hemû dinya Alaya Kurdistanê nas dike, tu nas bikî çiye nasnekî çi? Bavû kalên te yên ku tu bi wan serbilindî, wan bixwe jî ji vî axî re digo Kurdistan, di destpêka salên avabûyûna komarê de jî navê vir Kurdistan bû. Selçûkiyan jî gotine Kurdistan. Di salên 1920an de mebûsên Kurdistanê hebûne."